DYA: Divê her du Kore têkilî paqijbûna nukleerê nêzî hev bibin
DYA'yê got têkiliya du Koreyan têkilî 'pêvajoya paqijbûna nukleerê' ya Koreya Bakur divê geş bibe.
DYA'yê got têkiliya du Koreyan têkilî 'pêvajoya paqijbûna nukleerê' ya Koreya Bakur divê geş bibe.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mike Pompeo, anî ziman ku divê nêzîbhevbûna du Koreyan, girêdayî şertê rêveberiya Pyongyang a paqijbûna ji nukleerê be.
Pompeo daxwaz kir ku bi nêzîhevbûna du Koreyan, divê lez bide paqijbûna ji nukleerê û da zanîn ku ji Koreya Başûr xwestine ku divê êdî paqijbûna ji nukleerê dereng nemîne.
Pompeo xwest, çak-kirina têkiliya her du welatan bi paqibûna ji nukleerê re bi heman rêje û lezê pêk bê û got armanca sazkirina Koma Xebatê ku hatî avakirin ev e.
Ji serê salê ve têkiliyên di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr û hevkarê wê DYA’yê de bi awayekî kesî nedipa, veguherîbûn û ber bi başbûnê ve çûbûn.
Piştî rikberiya di navbera serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un de qewimî, riya diyalogê derketibû pêş û her du lîder meha Hezîranê li Sîngapûrê li hev civiyabûn.
Meha Gualanê Koreya Bakur ragihandibû ku tesîsên çekên nûkleer lê tên ceribandin ku DYA’yê nerazîbûn nîşan dida, rakirine û ev yek jî Washingtonê weke şertê nebena dabû pêşiya wê. Tê payîn ku serokê her du dewletan Trûmp û Kim Jong-un serê sala bê careke din li hev bicivin.
Kore, salên dawî ligel gelek ceribandinên fuzeyên balîstîk, ji ber bernameya wê ya nuklerî Neteweyên Yekbûyê fişar lê kiribûn.