EŞÎK’ê banga hilbijartinên herêmî kir: Em nûnertiya wekhev dixwazin

EŞÎK diyar kir ku sedî 50 ji wan namzetên hilbijartinên herêmî divê jin bin û ev bang kir, ‘’Em namzetên ku wekheviya zayendî û di rêveberiyên herêmî de nûnertiya wekhev ji xwe re dikin armanc dixwazin.’’

Platorma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), derheqê namzetên ku wê di hilbijartinên herêmî de bên diyarkirin daxuyanî da. Di daxuyaniya bi serenava ‘’Em namzetên ku wekheviya zayendî û di rêveberiyên herêmî de nûneriya wekhev ji xwe re dikin armanc dixwazin” de wiha hat gotin, “Jin di her merhele û yekeyên rêveberiyên herêmî de pir kêm tên temsîlkirin. Li gorî encamên hilbijartinên herêmî yên 2019’an rêjeya temsîliyeta jinan di rêveberiyên herêmî de tenê ji sedî 3 ye. Lê belê yek ji şertên bingehîn ên demokrasiyê nûnertiya wekhev e.’’

‘DIVÊ SEDÎ 50’Ê NAMZETAN JIN BE’

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku ji bo nûnertiya wekhev û pêkanîna polîtîkayên wekhev, partiyên di hilbijartinên herêmî de ku wê namzêtan eşkere bikin divê herî kêm sedî 50’ê ji wan jin be û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê em li bendê ne ku partiyên siyasî jinan ji bajar, navçe û bajarokên ku ji bo serokatiya şaredariyan şansê bijartinê bilind in namzet nîşan bidin. Namzetên ku ji bo meclîsên şaredariyan û meclîsên parêzgehan bên destnîşankirin, divê li gorî pergala fermûarê weke yek jin û yek mêr bên rêzkirin. Divê ji bo serlêdanên namzetiyê heqê serlêdanê ji jinan neyê girtin û dest ji pêkanînên wekî 'bexşên pêwîstîî' berdin. Dîsa weke pêwîstiyeke demokrasiyê divê pêvajoya hilbijartina namzetan bi awayekî zelal bê meşandin."

TAYEBETMENDIYÊN KU JI NAMZETAN TÊN XWASTIN

EŞÎK'ê diyar kir ku li gel pêvajoya hilbijartina namzetan ew taybetmendiyên namzetên bên hilbijartin jî gelekî girîng dibînin û wiha got: "Em bi israr in ku hemû namzetên jin û mêr wekheviya zayendiya civakî bipejirînin, li dijî her cure cihêkariyê rêz li ber mafên mirovan, jinan, xweza û ajalan bigirin. Em hêvî dikin ku namzed li van mijaran rawestin. Li ser kûrbûna pirsgirêkên welêt, em bi israr in ku namzet kesên ku laîktiyê û dewleta hiqûqê biparêzin, li gel zanistê hurmetdar bin, ne sermayeye berjewendiyên gel û xwezayê bifikirin û armanca wan têkoşîna li dijî xizaniyê bin. Em dixwazin ku cih ji namzedên ku di ekolojiyê de bi hesas in, dadweriya avhewayê biparêzin û bikaribin ji bo bandorên qeyrana avhewa û hemî bobelatan polîtîkayan pêş bixin, bê dayîn.”

‘EGER JIN BI SER BIKEVIN WÊ DEMOKRASÎ BI SER BIKEVE’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dikarin ji bo demokratîkbûyîna ku hesreta dilê me hemûyan e, çareserkirina pirsgirêkên gel û jiyanîkirina rêgeza hemwelatiya wekhev, ji herêmî destpê bikin û xwe bigihînin. Em li rêveberiyên herêmî û li her derê li mafê xwe yê nûnertiya wekhev xwedî derdikevin. Em dibêjin ku eger jin bi ser bikevin, wê demokrasi û welat jî bi ser bikeve!”