‘Edalet bi yekitî û berxwedanê pêkan e’

Li Nobeta Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatiye destpêkirin, peyama “Li dijî zilmê dest dayîna hev û li ber xwe dan, edaletê mîsoger dike” hat dayîn.

Malbatên girtiyan ên Îzmîrê, bi mebesta tedawîkirina girtiyên nexweş û bidawîkirina pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan, roja 125’an li ber Baroya Îzmîrê berdewam bû. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji bo girtiyên nexweş” û “Deng bide dengê girtîgehan” li xwe kiribûn û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî" û " Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karabaglarê jî piştgirî da malbatan.

‘EGER EM DEST BIDIN DESTÊ HEV, EM Ê EDALETÊ PÊK BÎNIN’

Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî û xwest ku daxwaza dayikan a edaletê pêk bê. Gumuş, bi domdarî wiha got: “Dewlet, kesên ku daxwaza edaletê dikin paşguh dike. Çav û guhên xwe li daxwaza edaletê girtine. Li holê dewletek heye ku bi qanûnên xwe nake. Eger gelê me li dijî wan bi destê hev bigire, wê bikare edaletê pêk bîne. Edaleta vî welatî, di bin betonê de ye. Me tu car bêedaletî û zilm qebûl nekirin û qebûl nakin. Em dixwazin ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin û di zûtirin demê de bên berdan.”

Piştre jî Hevserokê HDP’a Karabaglarê Îsmaîl Başçi axivî û da zanîn ku wê edalet bi saya berxwedana gelê Kurd bê vî welatî. Başçi, diyar kir ku di nava 10 rojan de hêzên ewlekariyê du caran êrîşê wan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 9’ê Cotmehê û di doza Denîz Poyraz a li Şakranê de êrîş li me hat kirin. Em baş dizanin ku kujer Onur Gencer bi tena serê xwe hevrêya me Denîz qetil nekiriye. Li pişt kujer, hêza siyasî heye. Lê em çawa xwedî li nobetên edaletê derketibin em ê bi heman awayî xwedî li vê dozê jî derkevin,  ji sekna xwe gav paş de neavêjin. Em ji hêzên ewlekariyê re jî dibêjin ku; eger zilma we hebe, me jî berxwedan heye.”