Çalakiya grevê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li Tirkiyê û Kurdistanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li 106 girtîgehan dane destpêkirin di roja 15’emîn de berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Hacîre Çay a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê girtî ye bi rêya malbata xwe der barê çalakiya xwe de peyam şand.
Çay, a ku bi xwe jî di greva birçîbûnê de ye ev tişt gotin, “Ev nêzî 3 sal in ji Rêbertî bi ti awayî agahî nayê girtin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê dewam kirin, tecrîdeke dijmirovahiyê ye. Ew ne hiqûqî ye û li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye. Ji ber bêhiqûqiya heyî, me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Em bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dikin; Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê werin rakirin. Eger tecrîda li Îmraliyê bê piştguhkirin, wê asta çalakiya me mezin bibe. Ji ber vê yekê, divê hemû hêzên alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê li dijî bêhiqûqiya heyî serî hildin û piştgirî bidin çalakiya me ya mafdar.”