Elmanyayê agahiyên penaberê Kurd dane Tirkiyê
Bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ‘Serokkomarê Tirk kêm kiriye’ bi daxwaza Tirkiyê penaberê Kurd Îbrahîm O.yê ku li Elmanya dijî, Îfade da dozgerên Elman.
Bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ‘Serokkomarê Tirk kêm kiriye’ bi daxwaza Tirkiyê penaberê Kurd Îbrahîm O.yê ku li Elmanya dijî, Îfade da dozgerên Elman.
Parêzerê penaberê Kurd ji ANF’ê re got, ‘’Biya min agahiyên şexsî yê miwekîlê min dane dewleta Tirk’’.
Beriya serdana serokkomarê Tirk Erdogan ya li Elmanya ku çav li rê ye 28-29’ê Îlonê were paytexta Elmanya Berlînê hevkariya dewleta Elman û rejîma Erdogan bi rengekî berbiçav zêde bû. Careke dî derkete holê ku rejîma Erdogan û dewleta Elman di qadên ‘ewlehî’ û ‘hiqûq’ê de paralel dixebitin.
Di encama vê hevkariya Berlîn û Enqerê de penaberê Kurd Ibrahîm O. ku ji mêj ve ye li eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê dijî, bi daxwaza dozgerên rejîma Erdogan neçar ma ku îfade bide dozgerên Elman. Derbarê Ibrahîm O. dozgeriya Îdirê, bi hinceta ku Serokkomarê Tirk Erdogan ‘kêm kiriye’ doz lê vekiribû.
PIŞTÎ KU NEÇÛ ÎFADÊ POLÎSÊN ELMAN KETIN DEWRÊ
Dozgeriya Îdirê piştî ku tespît kir Ibrahîm O. li Elmanya dijî dosyaya lêpirsînê şande Sefaretxaneya Tirk a Berlînê û piştre dogzeriya Neubrandenbûrgê dest li ser dosyayê danî, piştî ku O. neçû îfade neda dozgeriyê, vê carê polîsên Elman ketin dewrê.
Hate gotin penaberê Kurd ‘sûcdar’ kirine û derbarê lêpirsînê pirs ji O. kirine. Diyar bû ku O. gotiye parvekirinê li ser Facebookê ne yên wî ne, yek ji parvekirinên ku tê gotin ê O. ye parvekirina ‘Kerdogan’ e.
Parêzerê penaberê Kurd Lukas Thenûne got bêyî destûra Wezareta Dadê ya eyaleta Mecklenbûg-Vorpommernê miwekîlê wî nikare îfadeyê bide dozgeriyê û polîs û ji bo vê jî rexne li dozgerî û polîsan kir ku ji bo ku bang li miwekîlê wî kirine da ku îfadeyê bide.
Parêzer hevkariya saziyên darazê yên Elman ên bi rejîma Erdogan re rexne kir.
DOZGERIYÊ BERSIV NEDA PIRSA, ‘AGAHIYÊN WÎ DANE YAN NA’
Li ser îhtîmala ku Elmanyayê agahiyên şexsî yên miwekîlê wî dabin dewleta Tirk Theûne got, ‘’Heke dozgeriyê agahiyên şexsî yên miwekilê min dabin saziyên Tirk, heke vê rewşê ew û malbata wî kiribe talokeyê, ev hetîketiyeke hiqûqî ye.’’
Parêzer diyar kir ku pirs ji dozgeriyê kirine bê ka agahiyên şexsî yên miwekîlên wî dane dewleta Tirk yan na lê hê dozgeriyê ti bersiv nedaye.
ELMANYA PAŞBAXÇEYA MÎT’Ê YE.
Elmanya yek ji wan welatan e ku MÎT’a Tirk zîtirkan dide xwe û toreke berfireh a îstîxbarî daniye. Rasterast rayedarên Elman li xwe mikur hatin ku hazirî hatine kirin ku suîkastê li siyasetmedarê Kurd û muxalîfên rejîma Erdogan bikin. Herî dawî, Tîrmeha bihurî raporeke hate weşandin, di raporê de îstîxbarata Elman ragihandiye ku MÎT nûnertiyên fermî yên mîna sefaretê yên dewleta Tirk bi kar tîne.
Di rapora 2017’an a de a Teşkîlata Parastina Destûrê de, ku saziya îstîxbaarata navxwe ya Elman e, hatibû gotin ku endamên MÎT’ê bi navê peywirdarê sefaretxane û balyozxaneyê li Elmanyayê xebatên îstîxbarî dikin. Her wiha hatibû gotin mizgeftên bi ser DÎTİB’ê ve, ya girêdayî saziya diyaneta Tirk jî, ji hêla MÎT’ê ve têne şixulandin.