Encamên hilbijartina li 6 wîlayetên din ên Iraqê hate eşkerekirin
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên hilbijartinê yên li 6 wîlayetên din jî eşkere kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên hilbijartinê yên li 6 wîlayetên din jî eşkere kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, ji bilî Kerkûk û Duhokê, encamên hilbijartinê yên li wîlayetên Nînova, Silêmanî, Hewlêr, Necef, Selahaddîn û Meysanê eşkere kir.
Li Nînovayê Koalîsyona Nasr a bi lîderiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bû yekemîn, PDK bû duyemîn.
Li Hewlêrê PDK bû yekemîn, YNK duyemîn, Nifşê Nû sêyemîn û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê jî bû çaremîn.
Li Silêmanî YNK bû yekemîn, Goran duyemîn û Nifşê Nû bû sêyemîn.
Encamên fermî yên van bajaran wiha ye:
HEWLÊR
PDK: 316 hezar
YNK: 77 hezar û 792
Nifê Nû: 69 hezar û 123
Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê: 49 hezar û 266
Goran: 39 hezar û 809
Komel: 35 hezar û 534
Yekgirtû: 23 hezar û 933
SILÊMANÎ
YNK:262 hezar û 128
Goran:149 hezar û 930
Nifşê Nû: 61 hezar û 638
Komel: 49 hezar û 343
PDK: 46 hezar û 567
Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê: 44 hezar û 978
Yekgirtû: 29 hezar û 161
NÎNOVA
Koalîsyona Nasr: 164 hezar
PDK: 134 hezar û 782
Koalîsyona Vatanniye: 97 hezar
Koalîsyona Fetih: 73 hezar
Koalîsyona Qerar a Iraqê: 65 hezar
YNK: 32 hezar
SELAHADDÎN
Li wîlayeta Selahaddîn a li bakurê Iraqê, Koalîsyona Gelparêz a Neteweyî ya bi lîderiya Walî Ahmed Cûbûrî bû yekemîn, Koalîsyona Fetih a bi lîderiya yek ji fermandarên Heşdî Şabî Hadî Amîrî duyemîn, Koalîsyona Vataniye bû sêyemîn.
NECEF
Koalîsyona Saîrûn a ku lîderê Şîa Muqteda es-Sadr destekê dide dengê herî zêde girt û bû yekemîn.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku encamên hilbijartinê yên li wîlayetên Kerkûk û Duhokê ji ber hin pirsgirêkên teknîkê wê îro bên eşkerekirin.