Erden piştî dîlgirtina xwe ya 30 salan, hate berdan

Mehmet Salih Erden piştî girtîbûna xwe ya 30 sal û 6 mehan, hate berdan.

Mehmet Salih Erden ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Elazigê dihat ragirtin, hate berdan. Erden sala 1995’an li navçeya Hezex a Şirnexê hate binçavkirin. Li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê hate darizandin û cezayê heta hetayê lê hate birîn.

11’ê Çileya 2025’an berdana Erden ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Di 30 sal û mehên girtîbûna xwe de li girtîgehên mîna Amed, Ordû, Sêrt, Erzirom, Otlû û Gumuşhaneyê ma.

Erden duh di saetên derengî şevê de ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Elazigê hate berdan. Bi ferdên malbatê yên ew pêşwazî kirin re, derbasî warê xwe Hezexê bû.