ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike

ESP’ê têkildarê dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne, daxuyanî da û got: “Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike.“

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarê dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne, daxuyaniyek da.  ESP’ê wiha got: “Dewleta Tirk a bûrjûwa ku di şerê mêtingeriyê de li dijî gerîlayên bi tu awayî bi wan nikare, çekên kîmyewî bi kar tîne, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Nemerdê ku madenkar li Amasrayê qetil kirin û Kurdan jehrî dike, yek e. Ji ber vê yekê divê yên li dijî wî têdikoşîn jî bibin yek.”