FCK: Em serdegirtina polîsan a li Heilbronnê şermezar dikin

Polîsên Elman avêtin ser komeleya Kurdistaniyan a li Heilbronnê. FCK'ê serdegirtin şermezar kir û diyar kir, serdegirtina ku di dema hilbijartinê de hatiye kirin piştgiriya ji bo rejîma yek şexsî ye.

Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) li ser serdegirtina polîsên Elman a li komeleya Heilbronnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku serdegirtin di dema dengdanê de hatiye kirin û hate gotin, "Ev yek îspat dike ku Elmanya destekê dide rejîma yek şexsî ku diheje û piştgiriya polîtîkayên şerê qirêj ê Tirkiyeyê dike."

'EM HÊ BI XURTÎ KARÊ HILBIJARTINÊ BIKIN'

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Elman hate kirin ku dawî li têkiliyên bi dewleta Tirk re bîne û hate gotin, "Qanûnên taybet ên ku we li dijî Kurdan derxistine wê bi kêr neyên. Em ê bêdeng nemînin."

FCK'ê bang li gel kir ku xwedî li saziyên xwe derkeve û bi ruhê seferberiyê karê hilbijartinê bike.