‘Gelê Bedlîsê wê xwedî li vîna xwe derkeve’
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk diyar kir ku gelê Bedlîsê timî li vîna xwe xwedî derketiye û wê di hilbijartinên herêmî de jî xwedî derkevin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk diyar kir ku gelê Bedlîsê timî li vîna xwe xwedî derketiye û wê di hilbijartinên herêmî de jî xwedî derkevin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk diyar kir ku gelê Bedlîsê timî li vîna xwe xwedî derketiye û wê di hilbijartinên herêmî de jî xwedî derkevin.
Li bajarên Wan, Bedlîs û Colemêrgê serlêdanên namzetiya DEM Partiyê zêde bûn. Li Wanê ku bajarê herî mezin ê Herêma Serhadê ye, ji bo hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê zêde serlêdanên hatin kirin. Li bajarên din ên girîng Bedlîs û Colemêrgê jî ji bo namzetiya DEM Partiyê serlêdanên bernamzetan zêde bûn.
DÊ DERSÊ BIDIN QEYÛMÊN XESPKER
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê yê Bajarê Wanê Delîl Aksoy ji ber eleqeya mezin û xwedîderketina li DEM Partiyê spasiya gelê Wanê kir û got ku gel di vê pêvajoyê de piştgirî dan partiya wan. Aksoy diyar kir ku gelê Wanê ji bo dersekê bide van xespker û vîna gel nas nakin, bi fedakariyeke mezin serlêdana namzetiyê kirin û wiha got: “Ji bo bernamzetiyê 105 jinan serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 65 ji bo hevşaredarên navçe û bajaran, 68 jî ji bo endamtiya meclîsên şaredariyan in. Sê hevalên me yên jin ji bo hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kirin. Ji hevalên me yên mêr bi giştî 706 serlêdan hatin kirin. Ji 706 kesan 405 kes ji bo endamtiya meclîsa şaredariya navçeyê û 135 kesan jî ji bo hevşaredariyên navçeyan serlêdan kirin. 9 hevalên me jî ji bo hevşaredariya Bajarê Mezin serlêdan kirin.”
NAMZETÊ GEL NAMZETÊ ME YE
Aksoy anî ziman ku DEM Partî partiya gel e, bi ked û zehmetiyên mezin heta roja îro hatiye û wiha got: "Divê hemû namzetên me li gorî berdêl û keda partiya me daye bixebitin. Em ê di 13'ê Çileyê de sindoqan deynin pêşiya gelê xwe. Me ji destpêkê ve diyar kir, îro jî em dibêjin, namzetên ku gelê me hilbijêre namzetên me ne. Me di vê mijarê de tu carî tawîz nedaye û em ê ji niha pê ve jî nekin. Ev daxwaza gelê me ye. Em ê vê pêk bînin. Di van sindoqan de dê hem endamên meclîsa şaredariyê û hem jî namzetên hevşaredariyan hilbijêrin. Me di vê mijarê de soz da raya giştî. Namzetê ku gelê me hilbijartiye namzetê me ye. Serkeftin a gelê me ye.”
GEL PIŞTGIRIYA MEZIN DIDE DEM PARTIYÊ
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîkm jî diyar kir ku ji bo namzetên DEM Partiyê yê Bedlîs û navçeyên wê gelek serlêdan tên kirin û wiha got: “118 kesan ji bo hevşaredarî û endamtiya meclîsê serlêdan kirin û jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Bedlîs ji bo DEM Partiyê bajarekî girîng e. DEM Partî dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftina xwe di hilbijartinan de nîşan bide. Gelê Bedlîsê piştgiriyeke mezin dide DEM Partiyê. Tevî hemû hîleyên hikûmetê jî gelê Bedlîsê timî xwedî li vîna xwe derketiye. Li Bedlîsê bi piştgiriya gelê xwe em ê serkeftinên mezin bi dest bixin."
YEK JI BAJARÊN GIRÎN ÊN KURDISTANÊ COLEMÊRG
Yek ji bajarên girîng ên Kurdistanê Colemêrg e. Tevî dengdana qismî ya dengdêran û êrîşa hikûmetê ya di hilbijartinên giştî de, gelê Colemêrgê di hilbijartinên parlamentoyê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Dikarî her sê parlamenteran bi dest bixin. Colemêrg jî dixwaze di hilbijartinên herêmî de jî heman serkeftinê bi dest bixe. Li Colemêrgê û navçeyên wê 47 kesan ji bo hevşaredariyê, 80 kesan ji bo endamtiya meclîsa giştî ya bajêr, 130 kesan jî ji bo endamtiya meclîsa şaredariya Colemêrgê û navçeyên wê serlêdan kirin.