Gelek girtî hatin sirgunkirin!

Gelek girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tên ragirtin, hatin sirgunkirin.

Hate ragihandin ku gelek girtiyên siyasî yên li girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tên ragirtin sirgunê girtîgehên cuda yên Tirkiyê hatine kirin. 

Li gorî agahiya malbatên girtiyan dayî, navê hinek jê girtiyên hatî sirgunkirin wiha ne:

Mehmet Şah Oturakçi, Firat Can, Huseyin Atalay ve Mehmet Aytekin.

Hate ragihandin ku M. Şah Oturakçi sirgunê girtîgeha Odemişê, Firat can jî sirgunê girtîgeha Denizliyê hatine kirin.