Girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê her kes bi rola xwe rabe
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Metîn Ûyar got: “Divê her kes bi rola xwe rabe. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.”
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Metîn Ûyar got: “Divê her kes bi rola xwe rabe. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.”
Girtiyên li Tirkiye û Kurdistanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger didomînin. Çalakî di roja 15’an de ye.
Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye Gîresûnê ku greva birçîbûnê lê dewam dike, Metîn Ûyar bi telefonê bi malbata xwe re axivî û peyam ji raya giştî re şand.
Ûyar ev tişt got:
“Em baş in û bi maf in. Welatê me, rêberê me, partiya me û jiyana me, ya me ye. Em bi van serbilind in û em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Greva me ya birçîbûnê, wefa û deynek e. Her kesê ku dibêje ez mirov im, her kesê ku dibêje ez welatparêz im divê vî deynî bide. Tişta ku em jê re dibêjin wefa, di rojên bi vî rengî de pêwîst e. Deyn di rojên bi vî rengî de tê dayîn. Gelê me bi rûmet e û bi salan e têkoşîneke mezin dide. Em jî hewl didin tişta ku dikeve ser milê me bi rengekî fedayiyane pêk bînin. Li ser vê rêyê pêwîst bike em ê can jî bidin. Em hevalên li vir baş in û li ber xwe didin. Hemû hevalên me bawer dikin ku wê ev çalakî bi ser bikeve. Li vir hevalên me li dora Rêbertî ne û xwedî lê derdikevin. Van deman pir girîng e û divê her kes bi rola xwe rabe.”