Girtiyê di greva birçîbûnê de: Em derb li tecrîdê dixin

Hamgîn Karakaş ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye got, “Em derb li tecrîdê dixin."

Hamgîn Karakaş ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Afyon Bolvadînê girtî ye, bi rêya telefonê di hevdîtina xwe ya bi malbata xwe re, têkîldarî grevên birçîbûnê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” didome de peyam şand.

Karakaş ê di greva birçînbûnê de ye wiha got: “Kesên ku dikevin greva birçîbûnê, dixin hucreyên yek kesî. Dema ku grevên wan diqede cardin tînin. Armancê me diyar e. Ji bo me xemgîn nebin, rewşa me baş e. Em vê ji bo gelê Kurd û Rêbertî dikin. Ya girîng gelê Kurd û Rêbertî ye. Em niha derb li tecrîdê didin.