Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta ku em encam werdigirin, em ê çalakiyê bidomînin

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Karak wiha got: “Em ê bi ruhê fedayî yê Zîlanê daxwaza azadiya Birêz Ocalan bidomînin. Heta ku em encamê werdigirin, em ê di çalakiyê de bin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” pêngav hatibû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin û çalakî di roja 31’ê de didome.

Yek ji girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê jî Îsmat Karak e ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin. Karak, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek bi raya giştî re parve kir.

Karak, da zanîn ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Ji bo ku em bikarin xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome. Niha em 3 heval di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Tevahiya hevalên me bi biryardariyeke mezin di çalakiyê de cih digirin.”

Bi domdarî Tarak têkildarî berxwedana heyî bang li tevahiya raya giştî kir û wiha pêde çû: “Girtiyên azad bi ruhê fedaîtiya Zîlanê dê daxwaza azadiya birêz Ocalan bidomînin.”

Îsmet Karak, di sala 2012’an de li navçeya Elbak a Wanê hate binçavkirin û girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Piştre jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Mmûşê hate kirin. Piştî ku cezayê wî yê muebbeta giran ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin jî şandin Girtîgeha Kirikkaleyê. Ji vir jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 a Sîncan a Enqereyê hate kirin. Li vir di hucreya yekkesî de tê ragirtin.