Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn ku ji ber nexweşiya penceşêrê li Amedê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn ku ji ber nexweşiya penceşêrê li Amedê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Guvcîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin, ji ber nexweşiya penceşêrê ev nêzî 2 meh bûn li Amedê tedawî didît.
Guvcîn li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl tedawî didît. Mehmet Guvcîn îro jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Mehmet Guvcîn wê li Goristana Asrî ya Cizîrê were veşartin.
Guvcîn beriya 7 mehan bi îdîaya “endamê rêxistinê” hatibû girtin.