Girtiyên Girtîgeha Eregliyê di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandin 10 rojan.
Girtiyên Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandin 10 rojan.
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê, li dijî girtiyan binpêkirinên mafan didomin. 30 girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Girtî têkildarê binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihandin ku çalakiya greva birçîbûna ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandine 10 rojan.
Girtî Mehmet Işiktaş, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Işiktaş diyar kir ku ji ber “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye, cezayê ragihandinê û hevdîtina vekirî dane. Işiktaş bi lêv kir ku ji 23’yê Tebaxê û vir ve di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wiha got: “Beriya niha 24 kes di çalakiya greva birçîbûnê de bûn, niha em bûn 30 kes. Em dizanin ku ev hejmar wê zêde jî bibe û em di hucreyên ji hev û din cuda de tên ragirtin. Weke girtiyên edlî yên giran rojê tenê saetekê me derdixînin hewadariyê. Em li cihê hewadariyê jî nikarin hev bibînin. Ji xeynê mafê hewadarkirinê yê bi saetekê tu aktivîteyên me yên din tu nîn in. Li rex hucreyên me girtiyên edlî yên giran hene, me aciz dikin. Dema me xwest ku me bigirin odeyên 3 kesî, rêveberiya girtîgehê ‘qanûna poşmantiyê’ li me ferz kir. Ji me dixwazin ku em xiyanetê bikin lê em tu car xiyanetê nakin. Lewma em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger bikin 10 roj û ji bo daxwazên me bi cih werin heta dawiyê em ê li berxwedana xwe dewam bikin.”
BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN KIR
Işiktaş diyar kir ku dixwazin bi hevalên xwe re di heman qawişê de bimînin, saetên hewadarkirinê bên zêdekirin, li cem girtiyên edlî yên giran neyên rawestandin û miemeleya nebaş bê bidawîkirin. Işiktaş, herî dawî bang kir ku rêxistinên mafên mirovan û parlamenter serdana girtîgehê bikin.