Girtiyên ku tevlî grêva birçîbûnê bûne: Em ji bo her curê bedelê bê dudilî amade ne

Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” silav kirin û anîn ziman ku ji bo şikandina tecrîdê çi ji destên wan bê wê bê dudilî bînin cih.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya dorveger yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de tê girtin, hatine destpêkirin di roja 11’emîn de didomin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tên girtin û tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne, bi rêya ajansa me peyamên xwe bi raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin destnîşankirin: Li Rojhilata Navîn ku gelan di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bedêlên giran dan, gelê me jî herî zêde bi jiyanên xwe bedêlê dide. Li hemberî vê di nava têkoşîneke bê hempa de ye. Tevî ku tê zanîn mifteya çareseriya van hemû pirsgirêkan di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye jî, ev 8 sal in ji ber dijminahiya li hember gelê Kurd; Bi taybetî ev sê sal in tecrîdeke mutleq heye. Di dîroka cîhanê de mînakeke bi vî rengî ya vê tecrîdê nîne. Di şexsê Rêber Apo de gel, dîrok û erdnîgariyek tê hedefgirtin. Em baş dizanin ku yên vê tecrîdê pêk tînin hêzên Modernîteya Kapîtalîst in. Ji ber vê yekê jî nahêlin alternatîfa yekane ya ku Rêber Apo li dijî vê pergalê daye, bigihêje civaka pêşketî û mirovatiyê. Dixwazin em hînî vê tecrîdê bibin û bi vê tecrîdê re bijîn.

EM Ê HÎNÎ TECRÎDÊ NEBIN Û TÊBIKOŞIN

Em bi zelalî rave dikin; em ê hînî vê yekê nebin. Tecrîd bi xwe sûcê mirovahiyê ye. Weke girtiyên azadiyê em di her şert û mercî de li hember tecrîdê bisekinin û li hember wê têbikoşin.

HEKE NE ÎRO BE EM Ê KENGÎ TECRÎDÊ HILWEŞÎNIN?

Ji bo hilweşandina tecrîda girankirî, daxwaza me ji malbat, ciwan û gelê me ew e ku bibin deng û hawara me, bi xem û hestiyar bin. Rêber Apo vîn û feraseta azad daye me; Ger ne îro be, em ê kengê hewl bidin ku tecrîdê bişkînin? Daxwaza me ji dostên gelê me ew e ku piştgiriya ji bo pêvajoya hilbijartinê nîşan didin bila li hember vê pêngavê jî nîşan bidin. Rêber Apo temînata jiyana me ya hevpar e.

BEDÊLA WÊ HER ÇI BE JÎ…

Em wek girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê ji 27’ê Mijdarê û bi vir ve bi coş û heyecana salvegera damezrandina Partiyê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûne; Ji niha û pê ve, bedêla wê her çi be jî, bê dudilî çi pêwîst be em ê bikin.

Em pêngava “Ji bo Rêber Apo azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” silav dikin. Em ji we re serkeftinê dixwazin.”