Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jî tevlî greva birçîbûnê bûn

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ragihandin ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Di roja 17'an a greva birçîbûnê ya dorveger de ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dimeşînin, girtiyên siyasî yên li girtîgeheke din jî tevlî çalakiyê bûn.

Îsmet Karak ê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê bi rêya malbata xwe peyamek da û ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtî Îsmet Karak ragihand ku wê deh rojan carekê greva birçîbûnê bi dorvegerî bikin û li ser girtiyên di hucreyan de agahî da.

Karak got, "Em berxwedana girtiyan, gerîla û gelê Kurdistanê yê welatparêz silav dikin. Çalakiya me wê dewam bike. Berxwedan jiyan e."