‘Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin‘
Di Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ku li Îzmîrê hatiye destpêkirin de, daxwaza bidawîkirina zilmê hat kirin.
Di Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ku li Îzmîrê hatiye destpêkirin de, daxwaza bidawîkirina zilmê hat kirin.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 129’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bidin zindanan” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.
Rêxistinên Balçova û Çîglî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştgiriya malbatên di nobetê de kir. Xizma girtiyan Medîne Kaymaz got ku zarokên wan nayên dermankirin û di hucreyên yekkesî de terkî mirinê tên kirin.
Kaymaz, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Zarokên me dikujin. Her derê didin ber bombeyan. Li cihên ku didin ber bombeyan, êdî ne mirov, ne dar ne jî sewal najîn. Ka wijdan! Malbatên we nîn in qey? Bila şer biqede, ji bo kes nemire me 25 salan dest ji bo aştiyê dirêj kirin. Bi mehan e em Nobeta Edaletê digirin. Êdî ev zilm bila raweste. Ne Tirk, ne Kurd, ne Ereb; bila kes nemire.”
Kaymaz, bertek nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da û destnîşan kir ku destgîrkirin ji bo sûcên xwe veşêrin hatine kirin. Kaymaz da zanîn ku ev sûcên wan ji aliyê hemû cîhanê ve tên zanîn û bang kir ku rojnamevanên ku hatine destgîrkirin demildest bên berdan.