Gulîstan Kiliç Koçyigît banga rabûna li dijî komkujiyên Elewiyan kir
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigît, di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Meclîsê de êrîşên li ser Elewiyan şermezar kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigît, di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Meclîsê de êrîşên li ser Elewiyan şermezar kir.
Gulîstan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku li Hums, Siwêda û Lazkiyeyê xwepêşandarên aştiyane ji aliyê hêzên çekdar ve hatin hedefgirtin û wiha got, “Pêkanîna tundiyê ya sîstematîk heye ku aştiya herêmî sabote dike. Weke ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî destnîşan kir, armanca van êrîşan parçekirina aştiya civakî û gurkirina nefret û pevçûnê ya di navbera gelan de ye. “
Gulîstan Kiliç Koçyigît, got ku divê ji bo pêkanîna aştiyê ya li Sûriyeyê peymana 10’ê Adarê were bingehgirtin.
Koçyigît, bang li Tirkiye, Meclîsê û hêzên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê û wiha got, “Em banga parastina maf û ewlehiya sivîlan û xurtkirina rêyên demokratîk û aştiyane dikin. Nabe ku jiyan û hêviyên sivîlan were paşguhkirin. Ev ne tenê berpirsyariyeke polîtîk e, di heman demê de erka me ya li hemberî mirovahiyê ye.”