Gurkan: Êrîşên kîmyewî sûcekî giran e, divê heyetên serbixwe lêkolînê bikin
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan got, “Êrîşên kîmyewî sûcekî giran e. Divê heyetên serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin.”
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan got, “Êrîşên kîmyewî sûcekî giran e. Divê heyetên serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin.”
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, têkildarî êrîşên çekên kîmyewî ên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
Gurkan bertek nîşanî desthilatdariyê da û diyar kir ku li şûna lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bikin, gefan dixwin. Gurkan di daxuyaniyê de, bang û daxuyaniya Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û pispora Tiba Edlî Şebnem Korûr Fincanci ya li ser lêpirsîna bikaranîna çekên kîmyewî bi bîr xist.
Gurkan diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li şûna îdiayan lêkolîn bike, gef li Fincanci û kesên ku bikaranîna çekên kîmyewî dixe rojevê, dixwe û wiha dibêje, “Lê li hemberî van îdayan tişta pêwîst diyar e. Divê heyetên serbixwe lêkolîn bikin, encamên van bi raya giştî re parvekirin û pirsên têkldarî vê bêbersiv nemînin. ‘Çekên kîmyewî’ li gorî peymana hiqûqa navneteweyî û dewletan sûcekî giran e. “
Gurkan dubare kir ku divê heyetên serbixwe li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînê bikin û encamên lêkolînan bi raya giştî re were parvekirin.