Selma Gurkan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP'ê wê tercîha xwe ya siyasî ya li ser esasên şer û berfirehbûna wê bidomîne û wê bi tekoşînê re rû bi rû bimîne.
Endama Desteya Rêveber a Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkanê sala 2023'an ji ANF'ê re nirxand. Gurkanê got ku di encama bernameyên hikûmeta AKP'ê de yên weke aborî û siyasî pêvajoyeke ku herî zêde karker û kedkar jê tesîrdar bûne, tê dijîn. Gurkanê di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: "Hewce ye ku mirov rewşa heyî ya ku rojê 14 û 15 saetan xebatê ferz dike, ji ber negirtina tedbîrên tenduristî û ewlehiyê mirina karkeran, cînayetên karkerên zarok, zêdebûna karkirina bêrêxistin û kêmkirina mûçeyan jî ji bîr neke û bîne ziman. Em dikarin polîtîkayên aboriyên yên weke ji hin alîgir û sermayedaran re pêşkêşkirina her cure gencîneyên heyî jî li vê yekê zêde bikin. Helbet şertên pêkanîna van polîtîkayan girêdayî zext û qedexeyan û binpêkirina mafên demokratîk e. AKP yekdestîbûnê weke hemana sereke ya siyaseta xwe dibîne û dixwaze li ser esasên zext û zorê desthilatdariya xwe xurttir bike. A rastî ev pêvajo nîşanî me dide ku hikûmet bi çargavkî ber bi rejîmeke faşîsttir ve diçe û ev hêz jî ji hilbijartinên giştî stendiye.
KARÊ HIKÛMETÊ ZOR E
Selma Gurkanê got ku her çend hilbijartinên giştî ji bo xwe weke serkeftinê bide nîşandan jî karê Erdogan zehmet e û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir:
"Berxwedan û grevên karkeran ên weke Agrobay, TPI, Tekstîla Şîrecîyê, Artemîs, Erkaplan, Fedaş, Spûtnîk, Trendyol, Pekîntaş ku hemû di nava vê salê de pêk hatin û herî dawîyê jî mînaka karkerên Ozakê ku li dijî her cure komplo û êrîşan li ber xwe didin.
Berxwedanên gundiyên Îkizdere, Çambûkû û Akbelenê ku xwedî li xweza û jiyana xwe derdikevin û têkiliyên wan ên li gel tevgerên xwezaparêz jî li ber çavan e. Berxwedana xwendekarên ODTÛ û Bogazîçîyê ku herî dawîyê ji bo mafê hêwirînê ciwanên ku li her derê welêt çalakî pêk anîn. Têkoşîna jinan a li dijî her cure zextên hikûmetê û polîtîkayên paşverûtiyê. Em zextên li ser mixalefetê, akademî û çapemeniyê û bi taybet tehdîdên binçavkirin, darizandin û cezakirinê yên li ser siyasetmedarên Kurd jî dibînin, ku li ber hember van yekan tekoşîneke bêhempa li holê ye. Ev hemû geşedan dijwariya pêvajoya li pêşiya me nîşanî me dide û di heman demê de berfirehtirbûna tekoşîna li hemberî van polîtîkayan jî bi awayekî eşkere li holê ye."
POLÎTÎKAYA BERFIREHKIRINA ŞER
Gurkanê anî ziman ku bernameya ku ji aliyê hikûmetê ve tê plankirin ya 3 salên pêşiya me bernameya sermayedarên bîyanî û alîgirên wan e û diyar kir ku ev bername wê bi xwe re zêdetir talan û zilmê bîne. Û ev yek gotin: "Eşkere ye ku wê zêdetir îstîsmar û talankirina çavkaniyên binerd, sererd û aborî, û polîtîkayên qedexe û zextê bên tercîhkirin. Em dibînin ku wê dîsa polîtîkayên hikûmetê yên derve li ser şer û pevçûnê be. Lê belê em bi tekoşîna heyî dibînin ku ev polîtîkayên hikûmetê bi hêsanî nayên qebûlkirin."
TIFAQEKE BERFIREH HEWCE YE
Gurkanê destnîşan kir ku AKP û MHP'ê dixwaze bi nîqaşên guherandina destûra bingehîn ku xwe dispêrin polîtîkayên zext û faşîzmê desthilatdariya bidomînin û got ku pêvajoya pêşiya me nîşanî me dide ku wê zextên li ser karker û kedkaran zêdetir bibin. Selma Gurkanê anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo tevahiya gelan pêvistîyek e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em weke Partiya Kedê dibêjin ku di encama bernameyên aborî û siyasî yên hikûmetê wê şert û mercên kar û jiyanê yên gel, karker, kedkar û mirovên xizan dijwartir bibin.Di heman demê de em dibînin ku wê bi polîtîkayên zext û qedexeyan re azadîyên siyasî bêhtir werin astengkirin. Lewma em dibêjin ji bo berfirehkirina têkoşîna li hemberî van polîtîkayan û avakirina welatekî demokratîktir em pêdivî bi tifaqekê dibînin û divê tifaqa Ked û Azadiyê ji bo berpirsyariya vê pêwîstiyê baldartir tev bigere. Jixwe em vê yekê hevalbendên xwe re nîqaş dikin û dinirxînin. Ev mijar pir eşkere ye; Li dijî polîtîkayên wan yên aborî û siyasî ya û sermayedaran divê karker û kedkar û hemû kesên bindest bi boçûnên xwe yekitî û têkoşîna hevpar pêk bînin. Îro ev berpirsiyarî ya me hemûyan e.”