HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya sabotajê kir

Yekîneyeke girêdayî HBDH’ê ragihand ku 28’ê Kanûnê li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê wesayîta faşîstekî dan ber agir.

Milîsên Sakîne Cansiz ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku şeva 28’ê Kanûnê di derdora saet 21.00’an de wan li taxa Bostanli ya girêdayî navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê li dijî faşîstekî çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wesayîteke ayîdê faşîst hatiye şewitandin û hat destnîşankirin ku ev çalakî ji bo silavkirina agirê berxwedana ku ji aliyê gerîla ve hatiye geşkirin, hatiye kirin.