HBDH: Em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî hesabê Mereşê bipirsin

HBDH'ê ragihand ku Komkujiya Mereşê yek ji pêvajoyên tarî yên dîroka komkujiyan e û got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî hesabê vê komkujiyê bipirsin."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji ber salvegera 45'an a Komkujiya Mereşê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Komkujiya Mereşê tevî ku 45 sal di ser re derbas bûye nehatiye jibîrkirin. Di rojên komkujiyê de ku 19'ê Kanûna 1978'an destpê kir û heta 26'ê Kanûnê dewam kir, bi dehan şoreşger, Kurd û Elewî hatin qetilkirin. 45 salên di ser re derbas bûn, ji bîrkirina komkujiyê li aliyekî, bû sedem ku di hişê têkoşînê yê gel de daxwaza têkoşînê hîn xurt bibe.

Komkujiya Mereşê ji rêveçûna têkoşîna şoreşgerî ya wê demê ne cuda bû. Komkujiyeke welê bû ku ji bo tepisandina hêrsa girseyan, ji bo birîna dengê çîna karker a li dijî mêtingeriyê, ji bo têkbirina têkoşîna lêgerîna li maf a Kurdan, Elewiyan û gelên bidest hate kirin. Gel li hemberî êrîşên çîna serwer a Tirk hîn bêhtir kolan bi dest dixist. Tevgera gel a ku bi xurtî mezin dibû, çînên serwer dixist nava tirs û fikaran. Çînên serwer pê hesiya bûn ku encama vê yekê wê bibe serhildanên mezin. Sîstema mêtingeriyê, siyaseta îmha û înkarê û polîtîkayên tepisandinê nikarîbûn hêrsa gel bi dawî bikin, nikarîbû pêşî li herikîna girseyan a ber bi kolanan bigire. Di nava atmosfereke panîkê ya mezin de serwerên dewleta Tirk di sala 1977'an de nîşaneyên komkujiyan didan.

Komkujiya Mereşê di pêvajoyeke bi vî rengî de hate birêxistinkirin. Yek ji deverên ku têkoşîna şoreşgerî lê bi pêş ket, Mereş û derdora wê bû. Dewleta Tirk a faşîst ku nakokiyên mezhebî û neteweyî bi kar dianî, kontrayên xwe berdan qadê. Provokasyon, derew, spekulasyon, tirsandin, zext û gefan encam dan. Li hemberî Kurdan û xelkê me yê Elewî pêleke êrîşê destpê kir ku wê bi rojan dewam bikira. Ev êrîş ji aliyê dewletê bi xwe ve hate birêxistinkirin û bi her awayî piştgirî jê re hate dayin.

Ji ber newekheviya mezin a hevsengiya hêzan, windahiyên zêde çêbûn. Firsend nehatibû dayin ku gel xwe biparêze. Di encama êrîşê de bi sedan kes hatin qetilkirin; mal, kargeh, saziyên demokratîk û komel hatin hilweşandin, şewitandin. Bi sedan kes birîndar bûn, mirov neçar hatin hiştin ku ji cih û warê xwe bibin.

Dîroka komara Tirkiyeyê di heman demê de dîroka komkujiyan e. Mereş tenê yek ji vê pêvajoya tarî ya dîroka komkujiyan e. Dewleta faşîst bi Komkujiya Mereşê re nekarî tevgera şoreşger bitepisîne. Hêrsa gel qat bi qat zêdetir bû. Ji wê rojê ve bi dehan komkujî, darbe, êşkence, zext û girtin dewam dikin. Tevî van hemûyan jî kevneşopiya serhildana gelan û têkoşîna şoreşgerî bi biryardarî dewam dike.

Em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî hesabê vê komkujiyê bipirsin. Li dijî faşîzma dewleta Tirk em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna me ya şoreşê ya yekbûyî xurt bike û hesab ji dewleta faşîst bipirse."