Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku dîroka dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi komkujiyan hatiye nivîsandin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sal derbas dibin, hikûmet tên guhertin lê polîtîkaya înkar û komkujiyê ya dewleta faşîst nayê guhertin. Dewlet bi qetilkirina şoreşgeran polîtîkaya xwe ya êrîşê didomîne. Denîzan îdam dike. Mahîran înfaz dike. Îbrahîm bi êşkenceyê qetil kir. Li Mereş, Çorûm û Meletiyê bi sedan mirovên me kuşt. Sala 1978’an li Taksîmê pîrozbahiya 1’ê Gulanê veguherand komkujiyê. Dewleta faşîst bi komkujiyên ku pêk anî, nekarî têkoşîna şoreşgerî û daxwazên jiyana hevpar ên gelê me tune bike. Sala 1980’an darbe pêk anî û komkujiyên xwe belavî hemû welêt kir. Kurdistan û Tirkiye veguherand kampa komkirinê.
Erdoganê faşîst sala 2005’an ji bo xelkê Amedê yê ji bo xwedî derketina li gerîla daketibû kolanan, wiha got ‘Jin jî be, zarok jî be em ê dilê xwe nehêlin pê ve’ û destûra komkujiyê da. Bi heman rengî Erdoganê faşîst piştî komkujiya Roboskiyê ya 28’ê Kanûna 2011’an daxuyanî da û bi gotina ‘min ferman da!’ hem tişta ku hatî kirin parast hem jî leşker û burokatên berpirsên komkujiyê parast.
Dîroka komarê, dîroka komkujiya li dijî Kurdan e. Yek ji van komkujiya 28’ê Kanûna 2011’an qewimî. 34 zarokên Kurdan ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin. Bi gotina ‘me îstixbarat girt. Bahoz Erdal di nava wê komê de bû’ komkujî rewa nîşan dan. Ji bo bêdengkirina Kurdan û çêkirina tirsê ev êrîş hate kirin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gel bi ti rengî paş ve gav neavêt û ev tişt hate gotin: “Nûnerên kevneşopiya faşîst a roja îro, desthilatdariya AKP-MHP’ê komkujiyan didomîne. Di vê dema desthilatdariya faşîst de êrîşên li dijî Kurdan, Elewiyan, Ermeniyan û şoreşgeran zêde bûn. Lê dewleta faşîst çiqas komkujiyan bike bila bike, wê negihije encamê. Li dijî vê êrîşkariyê têkoşîna hevpar a gelan pêş dikeve. Şoreşa li Kurdistan û Tirkiyeyê bêyî ku bisekine, dewam dike. Wezîfeya ku dikeve ser milê me ew e ku divê em hesab bipirsin. Ji bo vê yekê divê em têkoşîna yekbûyî pêş bixin û mezin bikin. Weke pêkhateyên têkoşîna yekbûyî, em ê komkujiyên ku hatine kirin ji bîr nekin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê kujeran efû nekin û hesab bipirsin. Ji bo pêşîgirtina komkujiyên nû, em ê têkoşîna yekbûyî mezin bikin û faşîzmê têk bibin.”