HDBH'ê berpirsyariya şewata li yaht a Marmarîsê da ser milê xwe

Milîsên HBDH'ê diyar kirin, ku yahteke luks a li navçeya Marmarîs a Mûglayê bi 'teknîkeke taybet' hatiye şewitandin.

Bi navê Milîsên HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate gotin, yahteke luks Naughty Obsesiord a li navçeya Marmarîsê bi 'teknîkeke taybet' hatiye îmhakirin.

Milîsên HBDH'ê diyar kirin, "Tevî ku ewlekarî û helîkopterên peravê hatin seferberkirin yaht bi temamî şewitî."

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku di 21'ê Tebaxa 2019'an de li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê qemyoneteke Midûriyeta Emniyetê hatiye şewitandin.