HDK-Swîsreyê kongreya xwe pêk anî
HDK-Swîsreyê kongreya xwe ya 2. li Baselê pêk anî. Di kongreyê de işaret bi girîngiya wê yekê hate kirin ku sûcên dewleta Tirk bên vegotin û li Ewropayê mûxalefeteke xurt were kirin.
HDK-Swîsreyê kongreya xwe ya 2. li Baselê pêk anî. Di kongreyê de işaret bi girîngiya wê yekê hate kirin ku sûcên dewleta Tirk bên vegotin û li Ewropayê mûxalefeteke xurt were kirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-Swîsre) kongreya xwe ya 2. a asayî li bajarê Baselê pêk anî.
Delegeyên gelek kantonên Swîsreyê, nûnerên saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî tevlî kongreyê bûn. Di destpêka kongreyê de Hevberdevkê HDK-Ewropa Demîr Çelîk axivî.
Çelîk bal kişand ser têkiliya desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê bi dewletên Ewropayê re û got, ji bo ev têkilî bê qedandin pêwîstî bi mûxalefeteke xurt a li Ewropayê heye.
Nûnera BastA! (Basels starke Alternative) Fransîzka Stîer ku weke mêvan tevlî kongreyê bû, piştgirî da HDK-Swîsreyê. Stîer qala bûyerên piştî destavêtina li 5 jinan a li bajarê Cenevreyê kir û ji bo Seroka JÛSO (Rêxistina Ciwanên Partiya Sosyalîst) Tamarra Fûnîcîello banga piştevaniyê kir.
Pêşniyara Stîer a ji bo Tamarra Fûnîcîello bi yek dengî li kongreya HDK'ê hate qebûlkirin.
BIRYARÊN KONGREYÊ
Çend ji sernavên pêşnûme biryarên pêşkêşî kongreyê hatin kirin:
"Piştgirî ji kampanya "muçeyê wekhev ji bo karê wekhev" ku li Swîsreyê bi pêşengiya jinan dewam dike bê dayin. Amadekariyên "greva jinê" bên destekkirin.
Ji bo kesên nû serlêdana penaberiyê kirine û yên li kampên penaberan e, karekî berfireh bê kirin.
Êrîşên dewletê yên li Tirkiye û Kurdistanê, komkujiyên ku dike, li Swîsreyê bên vegotin û li qada navneteweyî ev yek were şopandin."
Di kongreyê de Leyla Şahîn û Cevdet Demîr weke hevberdevkên HDK-Swîsreyê yên dema nû hatin hilbijartin.