HDP: Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP‘ê diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û got ku divê lêkolîna îdiayan bê kirin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP‘ê diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û got ku divê lêkolîna îdiayan bê kirin.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê bikaranîn çekên kîmyewî, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îdia û delîlên cidî hene ku Tirkiye di operasyonên ku ji 2021’ê û vir ve li ser axa Iraq û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi rê ve dibe, çekên kîmyewî bi kar tîne ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî wek sûcê şer tê qebûlkirin. Bi dîmenên ku herî dawî li ser medyayê hatin weşandin de ev îdia piştrast dibin.
Ji sala 2021’î û vir ve, dem bi dem nûçeyên bikaranîna kîmyewiyê dikeve rojevê. Îdiayên ku Tirkiye, ne li gorî peymana navneteweyî tevdigere, tên gotin. Ev geşedan, dibin sedem ku gelên herêmî bikevin nav fikaran û rê li ber komkujiyan vedibe.
Em cardin destnîşan dikin ku bikaranîna çekên kîmyewî, ne li gorî Konvansiyona Cenevreyê ye, sûcê şer e û bi awayekê eşkere sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye.
Em, bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van geşedanan deng derbixîne. Bi vê israra desthilatdariya AKP-MHP di polîtîkayên şer de, li welêt krîz li ser krîzê çêdibe.
Di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî, em bang li saziyên navneteweyî yên eleqedar û raya giştî dikin ku bi awayekê bibandortir bixebitin.
Her wiha em destnîşan dikin ku divê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê îdiayên têkildarê wesayît û kel û pelên êrîşên kîmyewî yên li ser xaka wan dewam dike, bi awayek cidî bigire dest û lê bikole.
Divê demildest têkildarê kesên çekên kîmyewî bi kar tînin, tidarek dikin û neqil dikin, lêpirsîn bê kirin.
Em weke HDP, cardin dixwazin bi bîr bixin ku pirsgirêka Kurd heta niha bi rêbazên şer nehatiye çareserkirin û wê ji vir û bi şûn de jî çareser nebe. Yekane rêya rast ji bo welat û gelên me yên herêmê, diyalog û danûstandina li ser bingehê rêya demokrasiyê ye.”