HDP: Di dîroka Tirkiyeyê de birçîbûn û xizanî ti carî evqas zêde nebûye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 17’ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Xizaniyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di dîroka Tirkiye de birçîbûn, xizanî û bêedaletiya hatineyê ti carî evqasî zêde nebûye.

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP'ê Şaziye Kose daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî ji bo balê bikişîne ser xizaniya li cîhanê û xizaniyê ji holê rabike 17'ê Cotmehê weke Roja Têkoşîna li Dijî Xizaniyê ya Cîhanê îlan kir.

Kose got, “Mixabin li çaraliyê cîhanê nêzî 2,5 milyar mirov di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de ji bo jiyana xwe têdikoşin. Sîstema kapîtalîst ji bo beşek piçûk a nifûsê dewlemendiyek mezin diafirîne, di heman demê de ji bo piraniya nifûsa mayî xizanî û birçîbûnê çêdike."

Kose destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de tu carî birçîbûn, xizanî û newekheviya hatinê ewqas zêde nebûye û wiha got: 

“AKP’ê di bin desthilatdariya xwe de bi milyonan xizan afirandin. Zêdetirî nîvê nifûsa karker xwedî dahatek li ser mûçeya herî kêm an kêmtir e û hewl dide ku di bin sînorê xizaniyê de bijî. Barê li ser milê welatiyan roj bi roj zêde dibe. Her ku AKP’ê û aligirên wê dewlemend dibin, gel xizantir dibin û di vê pergala qirêj a ku ava kirine de ferqa newekheviya hatiniyê roj bi roj mezin dibe. Karker, kedkar, teqawît, jin, ciwan, esnaf, cotkar, hilberîner xwîn digirîn. Ev wêne encama hişmendiya polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê ye. Ji ber ku ev desthilatdarî çavkaniyanî ji bo gel venaqetîne, ji bo sermaye, alîgir, rant û îstismarkirinê veqetîne. Ji ber vê sedemê li welêt xizanî, birçîbûn û newekhevî li ser milyonan wek “qeder” tê ferzkirin. Weke ku herî dawî li Amasrayê hat dîtin, mirov ji bo nanê di navbera birçîbûn û mirinê de têne hiştin.

Li gel van hemû rastiyan jî Serokkomarê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi gotina, "Em ê li Tirkiyeyeke ku ne gendelî, ne bertîl û ne jî feqîrî hebe bi îzna Xwedê ava bikin. Em vê dikin. Em xwe jê re amade dikin” henekê xwe bi mejiyê welatiyên me dike, mîna ku ev 20 sal in desthilatdar nebûne. Bi milyonan jî dizanin ku tenê tişta ku AKP’ê wê biafirîne, xizanî, feqîrî, zulm, zordarî û îstîsmara tund e. Yên ku ji Qesra ku lêçûna wê ya rojane di ser 10 milyon TL'yî re derbas dibe diaxivin, guh nadin birçîbûn û xizaniya ku gel her roj zêdetir dijî.

Bi bilindkirina dengê feqîran û bilindkirina îtîrazên wan dê dawiya vê pergalê were. Em ê jî bi berfirehkirina tifaqa ked û azadiyê ya ku hemû kedkar, bindest û mexdûr û hemû beşên civakê tîne cem hev, soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo şandina vê desthilatdariya mezin bikin.”