HDP'ê ji Meclîsê xwest lêkolînê li ser girtîgehan bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Meclîsê xwest ku şert û mercên girtîgehan lêkolîn bike, ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bal kişand ser mijarê.

Serokwekîlên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç di mijara tespîtên rapora CPT de yên li ser girtîgehan, daxwaza lêkolînê ji Meclîsê kirin.

Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku tecrîd, êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan tên kirin bên lêkolîn.

Her wiha hate xwestin ku tedbîrên li dijî binpêkirina mafên mirovan bên destnîşankirin.