HDP wê ji Edîrneyê heta Erdexanê dakeve qadan
HDP wê li çar aliyên Tirkiyeyê bi dengdêrên xwe re li hev bicive. Li gorî bernameya çalakiyan a HDP'ê, kampanya wê roja Şemiyê ji Edîrne û Erdexanê dest pê bike.
HDP wê li çar aliyên Tirkiyeyê bi dengdêrên xwe re li hev bicive. Li gorî bernameya çalakiyan a HDP'ê, kampanya wê roja Şemiyê ji Edîrne û Erdexanê dest pê bike.
HDP wê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dakeve qadan.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Civîn û mîtîngên HDP'ê wê heta cejnê bidomin. Bernameya çalakiyên HDP'ê wiha ye:
26'ê Gulanê, Şemî: Edîrne, Çorlû, Herêma 2. a Stenbol, Erdexan û Qers (Civînên gel)
27'ê Gulanê, Yekşem: Herêmên 1. û 3. ên Stenbolê, Îdir û Agirî (Civînên gel û mîtîng)
28'ê Gulanê, Duşem: Gebze, Yalova, Bûrsa, Milazgîrt, Kop û Mûş (Civînên gel û mîtîng)
29'ê Gulanê, Sêşem: Eskîşehîr, Herêma 1. a Enqereyê, Gimgim û Çewlik (Civînên gel û mîtîng)
31'ê Gulanê, Pêncşem: Stenbol (Vekirina buroya hilbijartinê ya jinan)
1'ê Hezîranê, În: Xarpêt, Erxenî û Amed (Civînên gel û mîtîng)
2'ê Hezîranê, Şemî: Erzîrom û navçeyên wê, Bedlîs û navçeyên wê (Civînên gel)
3'ê Hezîranê, Yekşem: Denîzlî, Sêrt û navçeyên wê (Civînên gel û mîtîng)
4'ê Hezîranê, Duşem: Êlih û navçeyên wê, Antalya ((Civînên gel û mîtîng)
5'ê Hezîranê, Sêşem: Amed (bîranîn û vekirina buroya hilbijartinê), Sêwereg, Wêranşar, Serêkaniyê û Riha (Civînên gel)
6'ê Hezîranê, Çarşem: Dîlok û Semsûr (Civînên gel û mîtîng)
7'ê Hezîranê, Pêncşem: Îzmîr û Meletî (vekirina buroya hilbijartinê ya jinan û civîna gel)
8'ê Hezîranê, În: Mersîn, Edene, Cîhanbeylî, Kûlû û Konya (Civînên gel)
9'ê Hezîranê, Şemî: Skenderûn, Hatay û Enqere (Mîtîng û civînên gel)
10'ê Hezîranê, Yekşem: Stenbol û Mûgla (Civînên gel)
11'ê Hezîranê, Duşem: Îzmîr (Civînên gel)
12-13'ê Hezîranê, Sêşem, Çarşem: Stenbol
14-15'ê Hezîranê, Pêncşem, În: Wan û navçeyê wê (Civînên gel, pîrozkirina cejnê)
15'ê Hezîranê, În: Li hemû herêman pîrozkirina cejnê
16'ê Hezîranê, Şemî: Şirnex, Cizîr, Silopiya, Şemzînan, Gever û Colemêrg (pîrozkirina cejnê)
Di bernameyê de ku heta cejnê wê dewam bike hema hema li hemû bajaran ji ber Remazanê wê bernameyên fitarê werin çêkirin. Ev serdema kampanyayê li gel tevlêbûna Hevserokan Sezaî Temellî û Pervîn Buldan nûnerên pêkhateyên HDP’ê jî wê hazir bin. Piştî ku ev pêvajo temam bû, hema piştî cejnê wê mîtîngên mezin werin amadekirin. 17’ê Hezîranê li Kocelî/Bursa û Stenbolê li sê navendan wê mîtîng dest pê bikin, 23’yê Hezîranê jî li Wan û Izmîrê wê fînala mîtîngan were çêkirin.
PIŞTÎ CEJNÊ
Piştî cejnê mîtîngên mezin:
17'ê Hezîranê: Kocaelî, Bursa û Senbol
18'ê Hezîranê: Manîsa, Aydin, Edene û Mersîn.
19'ê Hezîranê: Antalya û Riha
20'ê Hezîranê: Êlih, Hatay û Dîlok
21'ê Hezîranê: Bedlîs, Sêrt û Mêrdîn
22'ê Hezîranê: Amed û Dersim
23'ê Hezîranê: Îzmîr û Wan