Hebûn Mahîr: Ji bo siberoja xwe dengê xwe bide HDP’ê
Endamê KCK’ê Dr. Hebûn Mahîr li ser giringiya hilbijartina 24’ê Hezîranê axivî, bang li gelan kir ku ji bo siberoja xwe deng bidin HDP’ê.
Endamê KCK’ê Dr. Hebûn Mahîr li ser giringiya hilbijartina 24’ê Hezîranê axivî, bang li gelan kir ku ji bo siberoja xwe deng bidin HDP’ê.
Enadamê Komîteya Tendûristiyê ya KCK’ê Dr. Hebûn Mahîr li ser giringiya hilbijartina 24’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî. Mahîr got AKP’ê nirxên komarê yên 100 salî yek bi yek tine kirine û gotineke baş jî dibe sedema girtina mirovan.
Dr. Hebûn Mahîr ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bang li gelê Kurdistanê û Tirkiyê kir û got, ‘Divê her kes zemîna azadiyê ya li HDP’ê bibîne. Divê yekbûna di nav HDP’ê de bibîne. Divê were dîtin ku HDP dikare bersivê bide mozîka gelan û li ser vê ji bo serkeftinê û siberojê divê mirov bikaribe bibêje ‘erê.’ Bi taybetî ez bang li gelê me yê Çewlik, Dersim, Erzeromê dikim ku li siberoj, bawerî, nirxên xwedî derbikevin û deng bidin HDP’ê.’’
ERDOGAN TIRKIYE BIRE PAŞ WELATÊN CÎHANA SÊYEMÎN
Dr. Hebûn Mahîr got desthilata AKP’ê Tirkiye ji hêla nirxên demokrasî, hiqûq û çapemeniyê ve bire paş welatên cihana sêyem û got ev encama politikaya desthilata AKP’e ya 16 salan e, ku bi polîtîkayên zilm û zordariyê xwe aniye.
Mahîr got AKP nirxên 100 salî yên komarê hûromûro kirine û domand: ‘’Mirov ji kîjan hêlê ve jî binere profîla berdest a Tirkiyê ne li ti formeke demokrasiyê, ne li standartên YE’yê û ne jî li forma welatên pêşketî tê, ku Erdogan behsa vê dike.
Ji ber ku her tişt ji hêla AKP’ê û revdeyeke diyar a di nav AKP’ê de rê rêvebeirin. Ji vê hêlê ve li ti qada demokrasi, hiqûq û azadî tine. Rewşeke wiha derktiye holê ku kesên li ser medyaya civakî aştiyê dixwazin têne girtin. Gotineke derbarê başiyê dibe sedema girtinê. Tiştên ku têne jiyîn û çanad ku bi şer hatî çêkirin êdî Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibin.’’
BLOKA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê WELÊT DADIQURTÎNE
Mahîr got heke gelên Tirkiyê, demokrat û bawermend 24’ê Hezîranê li hilbijartinê xwedî dernekevin û dengên xwe nedin bloka demokrasiyê, Tirkiye wê ber bi rewşeke dilêş ve biçe û domand: ‘’Erdogan dibêje, ‘’nirxên me yên 16 salan wê tine bibin’ belkî jî, ku Erdogan bi ser bikeve nirxên 100 salî yên Tirkiyê wê tine bibin. Wê nirxên ku bi komarê re ava bûbûn hilweşin. Yanî divê gelên Tirkiyê, şoreşger û demokrat vê bibînin.
Çarçoweya faşîzmê ya bi tifaqa AKP-MHP’ êdî hemû Tirkiyê dadiqurtîne. Li Tirkiyê ti mirov li ser navê demokrasiyê, jiyanê, azadiyê nikare bi rehetî bijîn. Ev rewş pir zorê dike. Ji bo Elewiyan problem nehatine çareserkirin.
Ji bo Kurdan jî ti problem çareser nebûne. Jixwe têgehên mîna akademisyen, rewşwenbîr jî nemane. Heke dostên AKP’ê bin wateyeke wan heye. Heta ku ne AKP’yî bin ti maneya rewşwenbîr, nûçegihan, hiqûqnas, hunermend nemaye.’’
AKP DIXWAZE SER KRÎZA ABORÎ BINIXUMÎNE
Dr. Hebûn Mahîr got AKP bi şer li ser piyan dimîne, ev politikaya şer a AKP’ê Tirkiye ji hêla aboriyê ve aniye ber rewşe hilweşandinê û got, ‘’A rast ev hilbijartin krîza aborî ya berdest vedişêrin. Krîza aborî ya ku wê rû bide dixwaze bi hilbijartinê mîsoger bike û wiha mantiqekee têkoşînê dike. Lê çi kesê ku rewşa berdest a aboriyê binere, wê bibîne ku li Tirkiyê ya ku aramî, aştî, dostanî lê tine ti caran aramî, aborî û hevsengên din normalîze nabin.’’
HER KES DIVÊ JI SERKEFTIN Û SIBEROJÊ RE BIBÊJE, ‘ERÊ’
Endamê Komîteya Tendûristiyê ya KCK’ê Dr. Hebûn Mahîr got AKP dabeşker û dijî Îslamê ye domand, ‘’Rewşa xwe û rastiya xwe bi teqîyekirinê dinixumîne. Dema ku behsa Îslamê idke dibe DAÎŞ’î. Dema ku behsa dabeşkariyê dike, kesên dî bi dabeşkirinê sucdar dike lê Tirkiye parçe kiriye. Behsa aştiyê dike, xwe li nav şerê herî kûr dixe, li dijî gelên welatên dî bi asta bilind şer tercih dike.
Mahîr herî dawî got: ‘’ Divê her kes zemîna azadiyê ya li HDP’ê bibîne. Divê yekbûna di nav HDP’ê de bibîne. Divê were dîtin ku HDP dikare bersivê bide mozîka elan û li ser vê ji bo serkeftinê û siberojê divê mirov bikaribe bibêje ‘erê.’ Bi taybetî ez bang li gelê me yê Çewlik, Dersim, Erzeromê dikim ku li siberoj, bawerî, nirxên xwedî derbikevin û deng bidin HDP’ê.’’