Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' ya OHD’ê derket
Hejmara 5'an a "Bultena Tecrîdê" ya OHD'ê ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye, derket.
Hejmara 5'an a "Bultena Tecrîdê" ya OHD'ê ku der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye, derket.
Hejmara 5'an a "Bultena Tecrîdê" ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ku têkildarî ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş 15 rojan carekê dertê, derket. Di bultenê de hat destnîşankirin ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin û îşaret bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirian tecrîda Îmraliyê li girtîgehan hatin destpêkirin hat kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin:
"Tevî hemû hewldanan j ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve 33 meh e ji girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên girtin tu nûçe nayê girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 19 û 26'ê Kanûna 2023'yan de ji bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re ku 33 meh in xeber jê nayê girtin hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, li cihên ku şaxên me lê hene, 'Koordînasyonên Şopandina Çalakiya Birçîbûnê' hatin avakirin. Ji bo şopandin û raporkirina xebatên têkildarî çalakiyên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin, bi navê 'Koordînasyona Şopnadina Çalakiyên Birçîbûnê' daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.
* Çalakiyên birçîbûnê yên dorveger ên ku di 27'ê Mijdara 2023'yan de li hemû girtîgehan bi armanca rakirian tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kirin, di roja 36'an de ne.
* Di 4'ê Kanûna 2023'yan de ji bo piştevaniya ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin û li dijî tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê didome, Nobeta Edaletê li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan û Stenbolê hat destpêkirin. Nobeta Edaletê dewam dike."