Hejmara girtiyên li Girtîgeha Evînê hatin qetilkirin derket 8’an

Hêzên dewleta Îranê, roja Şemiyê li Girtîgeha Evîn a li Tahranê komkujî pêk anî. Hate zanîn ku hejmara girtiyên hatin qetilkin derket 8‘an.

Li gorî daxuyaniya Dadgeha Bilind a Îranê, hejmara kesên roja Şemiyê di qetlîamê de hatin qetilkirin, derket 8 kesan.

Hat zanîn ku piştî berxwedana girtîgehê gelek girtî sewqî girtîgehên din hatine kirin. Di dîmenên li ser medyaya dijîtal de hatin parvekirin, tê xuyakirin ku bi dehan girtiyên siyasî yên Îranî sewqî girtîgehên din hatine kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew nizanin ku çima hatin sewqkirin û ji ewlehiya wan bi fikar in.