Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara Kanûnê ya rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Di Sala Pêngavê 2023’an de Artêşa Tirk Çok Tewand” derket.

Hejmara 504’an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta “Di Sala Pêngavê 2023’an de Artêşa Tirk Çok Tewand” derket. Di hejmara Kanûnê de analîzên ku têkildarî bûyerên ku mohra xwe li sala 2023’an xistine, hatine nivîsîn. Her wiha di rojnameyê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku li seranserê cîhanê hate destpêkirin û nivîsên “Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a 10’ê Kanûnê” jî cih digirin.

Di hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Serxwebûnê de, ev nivîs jî cih digirin:

Mutefîktiya Xwezayî, Dostatiya Stratejîk û Bîrdozî / Dûran Kalkan

Her Şer li Dijî Xwezayê ye / Arjîn Rozarîn

Weke Şerê Taybet, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn / Cemal Şerîk

Dîplomasiya Neteweyî ya Demokratîk / Demhat Navdar

Di Rastiya Agir de Hezkirina Heqîqetê (Bîranîna) / Îskan Amed

Hûn dikarin li ser vê lînkê http://serxwebun.org/xwe bigihînin hemû nivîsên rojnameya Serxwebûnê.