Hevdîtina Dem Partî û CHP: Pêwîstî zêdetir bi diyalogê heye
Di hevdîtina Dem Partî û CHP’ê de peyama, “Pêwîstiya me zêdetir bi danûstandin û diyalogê heye” hat dayîn.
Di hevdîtina Dem Partî û CHP’ê de peyama, “Pêwîstiya me zêdetir bi danûstandin û diyalogê heye” hat dayîn.
Li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Ozgur Ozel û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tûncer Bakirhan re hevdîtin pêk anîn. Piştî civînê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
Bakirhanê ku ewil axivî, da zanîn ku di hevdîtinê de li ser gelek krîzên li Tirkiyeyê û çareserkirina wan axivîn. Bakirhan got: “Weke hûn jî dizanin, partiya me timî tiştekî tîne ziman: Muxalefet û partiyên siyasî pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser dikin. Di vê heyamê de ku em rastî gelek pirsgirêkan tên, pêwîstiya aliyên muxalefetê zêdetir bi danûstandin û diyalogê heye. Hêvîdar im di rojên pêş de aliyên siyasî yên Tirkiyê li ser berfirehkirina proseya diyalog û danûstandinan berdewam bin. Em xêrhatina wan dikin."
‘WÊ HEVDÎTINÊN ME BIDOMIN'
Ozel jî diyar kir ku wê hevdîtinên wan bidomin û got: “Em wisa difikirin ku ev diyalog, ev hevdîtin dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bên. Ez careke din li ser navê Partiya Komarê yê Gel spasiya hemû siyasetmedarên ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê em pêşwazî kirin, dikim."
Piştî Ozel Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllariyê jî anî ziman ku di hevdîtinê de li ser krîza demokrasiyê axivîne.