Hevşaredara Qereyazî ya HDP'ê hate destgîrkirin

Hevşaredarya Şaredariya Qereyaziyê ya  HDP'ê Melîke Goksu vê sibehê hate destgîrkirin.

Li Erzerom Qereyaziyê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin.

Dema ku bi ser malan de girtin Hevşaredara Şaredaryia Qereyaziyê ya HDP'ê Melîke Goksu û 2 endamên meclîsa şaredariye jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.

Li gel Goksu Serdar Goksu, Serkan Goksu, Erol Goksu, Emel Turan, Erdal Bayram û Ferhat Kaya jî hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin Goksu li tesîsa li derveyî bajêr li gel kesên ku pê re birin Edliyeya Erzeromê.