Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin, qeyyûm hate peywirdarkirin

Li Pasûrê piştî teqîna ku 7 kes miribûn û 10 kes birîndar bûbûn, Hevşaredarên Pasûrê yên HDP’ê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay hatibûn girtin. Piştî girtina hevşaredaran li şûna wan qeyyûm hate peywirdarkirin.

Li nêzî gundê Agaçkorûr a Pasûra Amedê di 12’ê Îlonê de teqînek çêbûbû. Di vê teqînê de 7 kes miribûn û 10 kes jî birîndar bûbûn. Piştî vê teqînê Hevşaredarên Pasûrê yên ji HDP’ê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di nav de 5 kesên din hatibûn girtin.

Ji dêvila hevşaredaran kaymakamê navçeyê Mûstafa Gozlet bi erka qeyyûmtiyê hate peywirdarkirin.