Hevserokên Giştî yên HDP'ê xwestin biçin Îmraliyê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Wezareta Edaletê dan.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û serlêdan ragihand.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan, her wiha Berdevka Partiyê Ebrû Gunay jî di nava heyetê de cih digirin ku serlêdan kir. Di serlêdanê de ku li Wezareta Edaletê hate kirin, hate xwestin ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bikin.
Gunay bang li Wezareta Edaletê kir ku bersiva serlêdanê bide.