IPI’yê peyama piştevaniyê ji bo rojnamevanên destgîrkirî da
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) peyama piştevaniyê ji bo rojnamevanên destgîrkirî da û got: “Hemû rojnamevan divê demildest bên berdan.“
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) peyama piştevaniyê ji bo rojnamevanên destgîrkirî da û got: “Hemû rojnamevan divê demildest bên berdan.“
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), têkildarê 12 rojnamevanên Kurd ên di operasyona navendî ya Enqereyê de hatin destgîrkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya bi sernavê “IPI, bang li Tirkiyeyê dike ku hemû rojnamevanan berde” de, piştevaniya bi rojnamevanan re hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ev destgîrkirin, li Tirkiyeyê mînakeke cidî ya êrîşên li dijî çapemeniya azad e. IPI, bang li rayedarên Tirk dike ku van 11 rojnamevanan û hemû nûçegihanên din ên girtî, berde.
Di destpêka vê mehê de, şandeyek ku ji IPI, Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û Osservatorîo Balcanî e Caûcaso Transeûropa (OBCT), weke parçeyek a mîsyona çapemeniya azad a li Tirkiyeyê, çû Amedê. Endamên şandeyê, bi rojnamevanên herêmê re ku di nav nûçegihanên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê û yên MA û JINNEWS’ê jî hebûn, hatin ba hev. Şandeya bi pêşengiya IPI’yê guhdariya axavtinên rojnamevanan ên li ser tacîz, destgîrkirin û şopandinê kir. Her wiha şandeyê ji bo piştgiriya 15 rojnamevan û xebatkarek ê medyayê ku 15’ê Hezîrana 2022’an li Amedê bi sûcdarkirina terorê hatibûn girtin û hîn girtî ne, xwepêşandaneke kurt li dar xist.
Em, piştevanên hemû hevpîşeyên xwe ne û divê Tirkiye, hemû rojnamevanan demildest berde.”