Iraq wê ji bo lêkolînkirina kîmyewiyê, komîsyonekê ava bike

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Amirlî got ku ji bo eşkerekirina bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê komîsyonekê ava bikin.

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Amirlî têkildarî çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) bi kar tîne, ji Rojnewsê re axivî. Amirlî got: “Em ji nêzîk ve van êrîşên Tirkiyeyê yên li başûrê Iraqê, yên li ser gund û cihên nîştecihbûnê dişopînin. Agahî ketine destê me ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev jî binpêkirina hîmê cîrantî û qanûnên navneteweyî ye.”

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Amirlî destnîşan kir ku ji bo diyarkirina çekên kîmyawî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn, wê Parlamentoya Iraqê komîsyoneke taybet ava bike.