Ji ber parvekirinên tevna civakî sê kes hatin girtin

Li Antalyayê 3 kes ji ber parvekirinên tevna civakî hatin girtin.

Duh li Antalyayê 5 kes bi sûcê li ser tevna civakî ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatibûn destgîrkirin û piştî karê li emniyetê sewqî Dadgeha Antalyayê hatibûn kirin.

Dozger piştî  îfadeya 5 kesan parvekirinên li ser tevna civakî kir hincet û sewqî dadgeriya lêpirsînê kir. Dadgehê 2 kes bi şertê kontrola edlî berda û 3 kesên din bi îdîaya ‘propangandaya rêxistinê kirine’ girtin.