Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdaneke nû ya ji bo hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, ku 34 meh in agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdanên hevdîtina bi Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê re, bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' têne astengkirin.