Ji bo girtiyên nexweş û KHK’iyan hatin cem hev

Di çalakiyên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan hatin lidarxistin de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û KHK’iyan.

Çalakiyên ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10'ê Kanûnê de dest pê kiribûn dewam dikin. Îro li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan.

Baroya Enqereyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan hatin cem hev. Piştî ku polîsan bi wesayîtan abîdeya li derdora bîrdariyê girt, li Kolana Konurê daxuyanî hat dayîn. Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqa Civakî, Hevgirtina Hiqûqnasan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma "Parastina bêdeng namîne, wê bêdeng nemîne" hat berzkirin.

Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglû diyar kir ku hewl didin parêzvanên mafên mirovan û muxalifan bitirsînin. Koroglû destnîşan kir ku hiqûq û saziyên cemaweriyê bûne amûrên zextê yên hikûmetê û wiha got: "Parastina azadiya raman û îfadeyê erka mutleq a dewletan e û ji bo demokrasiyê pêwîst e. Lê îro kesên ku dixwazin mafên xwe li qadên giştî bi kar bînin, bi tundiyê tên tepisandin. Me îro xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û tê astengkirin. Parêzvanên mafan ên li çar aliyê cîhanê tevî şer û binpêkirinên mafên mirovan jî ji bo aştî, wekhevî, edalet û azadiyê têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn erka me ya bingehîn e."

EDENE

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Platforma Şaxên Edeneyê, ÎHD û Platforma Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) yên Edeneyê, ji bo balê bikşînin ser rewşa KHK’iyan li Parka Înonu daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Munîr Korkmaz diyar kir ku ji welatiyên ku hatine îxrackirin 538 kes ji ber xemgînî, stres û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Em ji ber aîdiyet, etnîsîte, bawerî û ramanên xwe yên azad hatin sûcdarkirin. Em vê yekê qebûl nakin û red dikin. Em dixwazin di hefteya mafên mirovan de li vir vê yekê dubare bikin; KHK wê bên betalkirin û em ê azad vegerin ser karê xwe."

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em li girtîgehan ne mirinê jiyanê diparêzin, girtiyên nexweş serbest berdin" û “Dimirin bêdeng nemînin, daxwazên girtiyan bi cih bînin, dawî li tecrîdê bînin” hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Sînan Îslam Gegîn di daxuyaniyê de axivî.

Gegîn diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên tund û giran hene û got ku  girtîgeh veguheriye "navenda binpêkirina mafên mirovan". Gegîn binpêkirinên mafên girtiyan wiha rêz kir: “Li girtîgehên Tirkiyeyê; girtiyan ji ber nexweşî û hincetên din jiyana xwe ji dest didin û gelek binpêkirinên mafan ên wekî veguhestin û sirgunkirin, îşkence û muameleya xerab, hucreyên yekkesî, astengiyên li pêşiya dîtina malbatan, nehiştina mafên ragihandinê û lêpirsînên dîsîplînê yên keyfî hene. "

Gegîn her wiha bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş.

STENBOL

TÎHV û ÎHD'ê bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD'a Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Tevî endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Ûmît Efe, gelek rêveberên ÎHD'ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Ûmît Efe got ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 290 hezar "girtî û hikûmxwar” hene.

Efe ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ji bo kesên ku ji azadiya xwe hatine dûrxistin çengek asîman bibin. Em dixwazin hêviyê bibin. Em dixwazin dawî li tecrîd û îşkenceyê bê. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo berdana girtiyên nexweş bi biryardarî bidomînin."

Piştî daxuyaniyê ji Şaxa PTT'ê ya Siraselvîlerê ya Taksîmê ji girtiyên nexweş re kart hatin şandin.