Ji bo Ocalan li Kasselê stand hate danîn

Kurdistaniyên li bajarê Kasselê yê Elmanyayê tevî dostên xwe daketin qadan û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danîn.

Standa agahdarkirinê li meydana "Frîedrîchplatz"ê ya li navenda bajêr hate danîn. çalakgeran 3 saetan belavok belav kirin û işaret bi tecrîda giran kirin.

Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin û li ber tecrîdê rabe. Di çalakiyê de her wiha hate bibîrxistin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser vexwendina rayedarên dewleta Elman 28-29'ê Îlonê tê Elmanyayê û vexwendina Erdogan hate şermezarkirin.