Ji bo Ocalan li Roma çalakî hate kirin

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo dawîkirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.

Li Romayê komek Kurd bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistan û tecrîda li ser Ocalan protesto bikin çalakiyek lidar xistin.

Çalakvanan anî ziman ku divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bê û nerazîbûn nîşanî bêdeniya saziyên Ewropî kirin.

Di çalakiyê de şewata daristanan a hêzên dagirker ên Tirk derdixin û darvekirina girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve jî hate protestokirin.