Ji bo piştevaniya Rojava li Kayserî û Duzceyê çalakî hatin kirin

Însyatîfa Zarokên Agir li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava li Kayserî û Duzceyê çalakî kirin.

Însyatîfa Zarokên Agir têkildarî çalakiyan ev agahî da:

“24’ê Cotmehê li Duzceyê li dijî kargehek ku berhemên maya dihilberandin çalakiyek hatiye kirin û di vê çalakiyê de beşek ya kargehê şewitiye û bêkêr bûye.

23’yê Cotmehyê li herêma Pişesazî ya Organîze ya Kayseriyê li dijî kargeheke ya berhemên nava malê dihilberand çalakiyeke hatiye kirin. Di vê çalakiyê de kargeh bi tememî şewitiye û bûye xwelî.