Ji derhênerên belgefîlma 'Bakur' re salek û 13 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Bi boneya belgefîlma “Bakur“, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû û derhenêr Çayan Demîrel hat birîn.

Bi boneya belgefîlma “Bakur”, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhêner Çayan Demîrel hatibû vekirin. 7’emîn rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate dîtin. Çayan Demîrel û parêzera wî Meral Hanbayat Yeşîl ji Stenbolê bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn, Serokê Baroya Elîhê Parêzer Erkan Şenses li eywan dadgehê amade bû.

Di rûniştina berê de dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê " ceza xwestibû.

Parêzer Meral Hanbayat Yeşîl diyar kir ku belgefîlma ku behsa wê tê kirin xizmeta aştiyê dike ne xizmeta şer û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û ev doz bi salan e bi raporeke ku ji aliyê polîs ve hatiye girtin didome.

Serokê Baroya Elîhê Erkan Şenses jî wiha got: “Li vir behsa tu propagandayê nayê kirin. Li vir divê em li biryarên ku ji aliyê AÎHM’ê ve hatine girtin binêrin. Çima kişandina vê belgefîlmê di dema pêvajoya aştiyê de weke teşwîqkirina şer were dîtin? Ev belgefîlmek e ku di çarçoveya azadiya derbirîna hunerî de hatiye kişandin. Em daxwaz dikin ku qanûnên navxweyî pêk werin û muwekîlê me beraet bikin.”

Piştî parastinan heyeta dadgehê, dû navbereke kurt biryara xwe eşkere kir. Heyetê bi hinceta "propagandaya rêxistinê " salek û 13 meh cezayê girtîgehê li Mavîoglû û Demîrel birî.