‘Ji komkujiyên Mereş û Roboskiyê dewlet berpirs e’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê kesên di komkujiyên Mereş û Roboskiyê de hatin qetilkirin, bi bîr anîn û got ku dewlet ji van her du komkujiyan berpirs e.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê kesên di komkujiyên Mereş û Roboskiyê de hatin qetilkirin, bi bîr anîn û got ku dewlet ji van her du komkujiyan berpirs e.
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê dan kesên di komkujiyên Mereş û Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan jî tevlî bîranînê bû.
Di daxuyaniyê de pankartên “Me Komkujiya Mereşê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” û “Şerma mirovahiyê ya berdewam dike Roboskê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hatin vekirin û di bîranînê de her tim dirûşm hatin berzkirin. Piştî ku ji bo qurbaniyên her du komkujiyan deqîqeyek rêz hate girtin metna çapemeniyê ya hatibû amadekirin ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî ve hate xwendin.
Keçecî anî ziman ku elewiyên ku ji komkujiyê rizgar bûn lê ewlehiya canê wan tune bû ji Mereşê dest bi koçberiyê kirin û avaniya demografîk a herêmê hatiye lîstin û wiha got: “Komkujiya Mereşê yek ji komkujiyên di pêvajoya ber bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980 hatiye kirine û komkujiyeke ku kontrayên wê demê hatine bikaranîne. Ji xwe di îdianmeya doza darbeya leşkerî de bi berfirehî hatiye vegotin û hatiye diyarkirin ku ev yek ji bo darbeyê kirine bingehek û mudaxile nehatiye kirin. Mixabin bûyer avêtine ser çend kesan û faîlên esas ne derxistin holê.”
Keçecî, bi lêv kir ku yek ji komkujiya di demekî nêzîk de li welat çêbûye jî Roboskê ya beriya 12 salan qewimî ye û wiha got: “19 jê zarok 34 can 34 dilên şerê nanî, beriya 12 salan li ser sînor li Roboskê bi bombebarana ji balafirên artêşa tirk hatin qetilkirin. Berpirsyarên vê komkujiyê jî dernexistin holê. Berovajiyê vê weke ku lêborîn jî ji malbatan nehate xwestin, cezayê pereyan li malbatan hate birîn.”
Keçecî, destnîşan kir ku Komkujiya Roboskê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bal kişand ku piştî vê komkujiyê bûyerên 6-7’ê Cotmeha 2014’an û di sala 2015’an de gelek komkujiyên weke Pirsûs û Gara Enqereyê pêk hatin
Keçecî, destnîşan kir ku heta ku komkujiyên heta niha hatine kirin neyên ronîkirin û hemû berpirsyarên leşkerî û siyasî neyên cezakirin hevrûbûnek ne pêkan e û got: “Heta ku ev yek neyê kirin di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûn û demokratîkbûn pêk nayê. Baş tê zanîn ku bêyî edaletê aştî ne pêkan e.”
Keçecî, anî ziman ku ji bo hemû komkujiyên weke Mereş û Roboskî yên li welat bên ronîkirin divê “Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan” were avakirin û diyar kir ku divê di sûcên li dijî mirovahiyê de faîlan derxînin pêş darazê û hesap ji wan were pirsîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din bi bîr tînin ku berpirsyarê van hemû sûcan dewlet e ku lêborînê bixwaze û rastiyan derbixîne holê.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.