Jinên Tîrêjên Rojê li gardiyanan xistin
Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin ku li sê bajaran di çalakiyan de "gardiyanekî faşîst ceza kirine", febrîqeyek û 12 wesayitên gardiyanan şewitandine.
Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin ku li sê bajaran di çalakiyan de "gardiyanekî faşîst ceza kirine", febrîqeyek û 12 wesayitên gardiyanan şewitandine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hat ragihandin ku li Kocaelî, Tekîrdag û Stenbolê li "faşîstan" xistine.
Li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
"15'ê Cotmehê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê li dijî febrîqeyeke faşîstên AKP-MHP'î, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê kirin û di encamê de febrîqe hate hilweşandin.
16'ê Cotmehê li navçeya Malkara ya Tekîrdagê yekîneyên me li hemberî gardiyanên faşîst ên girtîgehê bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de gardiyanekî faşîst hate cezakirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn.
17'ê Cotmehê li navçeya Bakirkoy a Stenbolê, li hemberî wesayitên gardiyanên faşîst ên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê çalakî ji aliyê yekîneyên me ve hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 12 wesayit hatin şewitandin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çalakiyên me ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên li girtîgehan bi êşkenceyê têne şehîdxistin, hatiye lidarxistin. Em ê van çalakiyên xwe bigihînin heta nava girtîgehên li metropolên Tirkiyeyê û em bi biryar in ku çalakiyên tolhildanê mezin bikin."